Ehmedê Xanî
köpekler
uyuklayan rüzgârı uyandırdı.
çocuklar köyün
meydanına koştular, çeşmenin etrafında buluştular.
Yazması rüzgârda uçan bir kadın meydanı geçti. bir
kuş
çitin
üzerinden uçacağı yere baktı. Ehmedê Xanî evinden
çıktı,
bozulmamış Kürtçesiyle çocuklara seslendi: ‘sessiz
olun,
geyikler inmeyebilir dağlardan. size Mem û Zin’i anlatayım.’
sesinde
varoluşun sadeliği vardı, parıltılı, inanılmaz.
kirpikleri
upuzun bir çocuktum çayırlarla büyüyen. öykünün
hep
ötesini merak ettim. köpeklerin uyandırdığı rüzgârla
koştum.
samanyolunun yanında uyandım, yıldızları saydım
toprak
damda. köpekler hep havladı heceleyerek taşları.
Ehmedê
Xanî, baktım, büyülü sözcüklerle konuşuyordu.
Elmanın
sesiydi sesi ve genişti. sanki duyulmayanı dinledikçe
ilkyaza
giriyorduk. doğunun da doğusunda çocuklardık,
nehirle,
kuşla, ağaçla yürüyen. Kürtçenin parıltılı iziydik,
denize
indik.
keder
damladı her sözcüğümüzden
Ahmet Ada
Helbestkar, nivîskar
Ahmet Ada, di 20’ê Gulana 1947’an de li Ceyhana Adanayê hatiye dinê. Piştî ku
di şîrketeke taybet a karê wê li ser otomobîlan de xebitiye, ji wê derê teqawît
bûye (1989-93). Endamê TYS (Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye)’yê ye. Di sala
2002’yan de li Mersinê bi cih bûye. Helbesta wî ya pêşîn a bi navê “Tabuttur
Kitaplar (Tabût in Pirtûk)” û nivîsa wî ya pêşîn a bi navê “Hilmi’nin Çocukluğu
(Zarokiya Hilmi)” ku li ser helbesta Hilmi Yavuz weke cerebeyî bû, di kovara
Soyut’ê de weşiyane. Helbest û nivîsên wî di kovar û rojnameyên bi navê Yeni
Dergi, Papirüs, Varlık, Gösteri, Adam Sanat, Milliyet Sanat, Islık, Yaratım,
Kitap-lık, Le poete travaille, Yom, Heves, Şiir-lik, Eski, Agora, Ünlem, Dize,
Ada, Geceyazısı, Sonsuzluk ve Bir Gün, Şiirden, Üvercinka, Hayal, Lacivert,
Cumhuriyet Kitap, Radikal Kitap, Aydınlık Kitap de hatine weşandin. Hin
helbestên wî li zimanên Almanî, Fransî, Îngilîzî, Bûlgarî û Kurdî hatine
wergerandin.
Ada weke nûnerekî girîng
ê helbesta salên 1980’yi hate naskirin. Her çiqasî helbestên wî ji hewzê
“İkinci Yeni”yê peya xwe wergirtibin jî, wî helbesteke coşdar a xweser
afirandiye. Ji teref rexnegiran weke helbestkarekî rasteqînber, dastanger,
coşdar, huzunbaz û xwediyê helbestên tenikgiyanî hate pejirandin. Bi helbestên
xwe yên serdema dawî re ligel teşeya helbesta nûjen û kûrahiya felsefî ya
sêwirîna cîhana nûjen kete serdemeke nû. Di helbestên xwe yên taybetiyên dirêj
û xwedî xusûsiyetên epîkî de li hêmanên koçberiyê û şer bi dûrbîneke humanîst
nihêriye û arasteyî helbesteke pirdengî bûye. Veguherîna helbesta xwe bi nivîsên
poetîkî veçirand. Di avakirina têgîn û rêmanên helbestê de hewlên nivîskî dan.
Pirtûka wî ya bi navê “Şiir Okuma Durakları (Westgehên Xwendinê yên Helbestê)”
(2004) weke pirtûkeke destnivîsî ya der barê helbestê de hate nirxandin. Di
sala 2006’an de, Li Zanîngeha Çukurovayê bi navê “Di 40. Saliya Hunerî ya Ahmet
Ada de Helbesta Wî” sempozyûmek pirhêlî hate lidarxistin. Di sala 2008’an de,
Zanîngeha Mersinê Fakulteya Ragihandinê Beşa Radyo, Sînema û Televizyonê bi navê “Du Helbestkar û Bajarek” belgefîlmek
çêkirin û weke DVD weşandin. Di sala 2009’an
21’ê Adarê Roja Helbesta Cîhanê li Mersînê ji bo 43. Sala Hunerê
helbesta Ahmet Ada hate pîrozkirin û danezana helbestê ya Ahmet Ada ya bi navê
“Göründü Göğün Faytonu (Xuya bû Faytona Ezmên)” hate xwendin.
Berhema Ahmet Ada ya bi
navê “Niko û Margarita” li ser nirxên hunera cîhanî ji helbestan pêk tê. Lêkolîna wî ya bi navê
“Ji Bo Wan Çavdêriyên Li Ser Strana Mînîbusê” xelata Lêkolîna Helbestê ya
kovara 1999 E’yê wergirt.
Berhemên Wî:
Helbest: Gün Doğsun Gül
Üstüne, 1980, (1981, Xelata Serkeftinê Ya Helbestê Ya Akademi Kitabevi
wergirt.); Acıyla Akran, 1983; Yaz Kırlangıcı Olsam, 1985; Yitik Anka, (çapa
her sê pirtûkan bi hev re) 1993; Aşk Her Yerde, 1990, (1991, Xelata Helbestê ya
Ceyhun Atuf Kansu); Vakit Yok Hüzünlenmeye, 1992, (1993, Xelata Helbestê Ya
Yunus Nadi); Günyenisi Lirikler, 1992; Taş Plak Gazelleri, 1995; Küçük Bir
Anmalık, 1996; Begonyalı Pencere, 1998; Denize Atılan Çiçek, 1999; Gökyüzünün
Fıskiyesi, 2003; Denizin Uykusu Üstümde, 2004; Kantolar, 2006; Yeni Kantolar
2007; Sonsuz At (Helbestên Bijarte), 2009; Sözcükler Denizi, 2009; Taşa
Bağlarım Zamanı, 2009; Paçalı Bulut, 2010; Yoktur Belki Ahmet Ada Diye Birisi,
2010, (2011, Xelata Cemal Süreya Ya Helbestê); Uçurum Otu, 2012; Çiçek Kokan Ağzı,
2013; Taşın Sesi, 2014; Yağmur Başlamadan Eve Dönelim, 2015; Derin Göller
Kalbindir, 2015
Poetika : Şiir Okuma
Durakları, 2004; Şiir İçin Boş Levhalar, 2006; Modern Şiir Üzerine Yazılar
2008; Şiir Dersleri, 2011, Şiir Yazıları 2014; Bir Dil, Bir Hayat ve Şiir,
2015; Şiir Eleştirileri,
Ehmedê Xanî
segan
bayê ku dihênijî, hişyar kir. zarok reviyan
meydana
gund, li dora kaniyê civiyan.
jineke
ku çarika wê bi ber bayê ket, meydan derbas kir. çûkekê
ji
ser sêncê li cihê ku wê bifirê, nihêrî. Ehmedê Xanî ji mala xwe
derket,
bi kurdiya xwe ya resen bang zarokan kir: ‘bêdeng bin,
dibe
ku ask ji çiyayan danekevin. ez ê ji we re behsa Mem û Zînê bikim.’
di
dengê wî de sanahiya bûneweriyê hebû, birbisokî, ji baweriyê der.
zarokek
bûm ku mijangên wî dipdirêj. min tim wêdetirê çîrokê
miraq
kir. bi bayê ku segan ew ji xew rakirî re beziyam.
li
nik kadizê hişyar bûm, min stêrk jimartin li serbanê axî.
seg
hey reyan bi vekîtandina keviran.
Ehmedê
Xanî, min dît ku bi peyvên efsûnî dipeyive.
dengê
sêvê bû û berfireh bû. heçko bi guhdarîkirina yê nebihîstî re
em
diketin havîna pêşîn. em zarokên li rojhilatê rojhilêt bûn,
yên
bi çem, çûk, darê re dimeşiyan. em şopa birqdar a kurdî bûn,
daketin
deryayê.
êş
niqutî ji her peyva me.
Ahmet
Ada
Ji
Tirkî Wergêr (Türkçe’den Çeviren): Yaqob Tilermenî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder